Eyşe Şan

Eyşe Şan

Eyşe Şan di sala 1938an de li Amedê hatiye dinyayê. Di 18ê Kanûna Yekem, 1996an de li Îzmirê ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawiyê kir. Di jiyana xwe de li Almanyayê û Başûrê Kurdistanê jî jiyaye.

Eyşe Şan di malbateke dengbêjan de hatiye dinyayê. Bavê wê dengbêjek navdar bû. Di sala 1958an de cara yekem li ber gel stran got, lê malbata wê ji ber kevneşopiya wê demê razî nebûn.

Piştî ku ji mêrê xwe veqetiya, li radyoyeke Dîlokê (Gazianteb) dest bi gotina stranên tirkî kir. Dûvre çû Îstanbulê û gelek stranên kurdî tomar kir. Lê ji ber şertên aborî nikarî ji hunera xwe jiyanê biparêze.

Eyşe Şan di stranên xwe de pirsgirêkên civakî, siyasî û êşên gelê Kurd anîne ziman. Ji ber qedexekirina serdana malbata xwe, berî mirina diya xwe nikarî wê bibîne. Ev êş di strana "Xerîbim Dayê" de diyar e. Herwiha stranên wek "Qederê" û "Derdê Hêviyê" ji ber naveroka wan gelek navdar bûn.

Piştî darbeya leşkerî ya 1971an, stranên Eyşe Şan li Tirkiyeyê hatin qedexekirin. Wê çend salan li Mûnîxê (Almanya) jiya û keça wê ya yekane li wir hatiye dinyayê.

Di sala 1979an de çû Başûrê Kurdistanê û ligel Mihemed Arif Cizîrî, Îsa Berwarî, Gulbihar, Tehsîn Taha û Nesrîn Serwan stran got. Dûvre vegeriya Tirkiyeyê û li Îzmirê di postexaneyê de kar kir.

Di 18ê Kanûna Yekem, 2008an de, Şaredariya Amedê ji bo bîranîna Eyşe Şan parkeke bi qada 7,500 metrekare vekir.

بابەتە هاوشێوەکان

بابەتەکانی تر لە فۆلکلۆر و کەلەپوور.

بینینی هەمووی
TEŞÎ

Teşî yek ji kevintirîn û girîngtirîn amûrên destan bû ku di çanda Kurdan de ji bo ristina xurî, mûyê bizinan û hinek car...