Navê kurdistanê
Navê Kurdistanê
Çavkanîya rast û temam a navê «Kurd» heta niha bi temamî nehatîye zelalkirin. Di nav dîroknasan û ziman-zan de derbarê bingeh û wateya vê navê de ramanên cuda hene.
Lê paşgira «-stan» peyveke îranî ye û wateya «ax», «cih» an jî «cihê niştecihbûnê» dide.
Li gorî vê yekê, peyva «Kurdistan» dikare bi wateya «axa Kurdan» an «welatê Kurdan» were şîrovekirin.
Di çavkaniyên dîrokî de navê Kurdistanê bi awayên cuda hatiye nivîsandin. Yek ji şêwazên kevintir ên vê navê «Kordên» bûye, ku di hin nivîsarên dîrokî û herêmî de hatiye bikaranîn.
Kurdistan (Kurdistan) herêmeke dîrokî û cografî ye li Rojhilata Navîn, ku piranîya niştecihên wê ji gelê Kurd pêk tên. Di dirêjahîya dîrokê de ev herêm wekî cihê niştecihbûn û jîyana sereke ya Kurdan hatîye nasîn.
Di roja îro de, ev herêm herêmên Kurdî yên di hundirê Tirkiyeyê, Îranê, Iraqê û Sûriyeyê digire
Cografiyaya Kurdistanê
Kurdistan heta îro bi gelemperî dibe çar beş:
Bakur — Rojhilatê Tirkiyeyê
Başûr — Bakurê Iraqê
Rojhilat — Rojavayê Îranê
Rojava — Bakurê Sûriyeyê
Di dîrokê de Kurdistana Sor li ser bingeha herêma Kurdî ya di Yekîtiya Sovyetê de jî wekî beşek ji Kurdistanê hatiye hesibandin.
Diyarkirina sînorên Kurdistanê yek ji mijarên nakokiyê ye. Ji ber ku dewletên ku li ser herêmên Kurdistanê serdest in, bi fermî Kurdistan wekî yekeya cografî an neteweyî nas nakin; gelek caran van herêman bi navê «herêmên Kurdnişîn» binav dikin.
Li Îranê, navê «Kurdistan» bi fermî tenê wekî navê parêzgehekê tê bikaranîn.
Li Tirkiyeyê jî navê «Kurdistan» bi fermî nayê nasîn û di qanûnên wê welatê de bikaranîna vê navê wekî navdana fermî ya herêmekê tune ye.