Simaîl axa(Simkoy Şikak)
Simko Şikak; Ji Şûna Cewer Axayê hete Serokatiya Tevgera Kurdî
Di sala 1905an de, Cewer Axayê Şikak, birayê mezin ê Simko (Simaîl Axa), ji aliyê dewleta Qacaran ve hate kuştin. Bi kuştina wî re, eşîreta Şikak û konfederasyona eşîrên herêmê serokê xwe ji dest da. Di vê demê de Mustefa Axa wekî serokê demkî kar kir, lê zû diyar bû ku cihgirê rastîn ê Cewer Axa, Simko yê 17 salî bû.
Her çend di nav eşîretan de hin nakokî û pevçûn hebûn, Simko bi zîrekî, karîzma û şiyanên serokatiya xwe karîbû 14 bavikên eşîreta Şikak li dora xwe kom bike û serokatiyê bigire.
Qacar bi xwe bawer dikirin ku bi kuştina Cewer Axayê hêza Şikakan wê biqede, lê berevajî wê bû. Simko di demeke kurt de bû yek ji hêzdartirîn û bandortirîn serokên Kurdan di destpêka sedsala bîstan de.
Qacaran ji wî ditirsiyan, dewleta Osmanî bi wî re danûstandin dikir, Rûsan tevgerên wî dişopandin û Îngilîzan jî hewl didan ku nêzîkî wî bibin.
Di sala 1913an de, Simko li Kelacarî yekem dibistana kurdî ya seretayî li Rojhilatê Kurdistanê ava kir. Zimanê Kurdî li wir bi fermî tê bikaranîn, rojnameyek bi kurdî derdiket û telegiraf jî hebû. Simko bi Kurdî, Farisî, Tirkî, Azerî û Rûsî diaxivî.
Navê Simko di Şoreşa Bitlîsê (1914) de jî tê gotin. Her wiha, navê wî bi bûyera kuştina Mer Meşmun jî tê girêdan; bûyerek ku piştre Sûrma Xanım hewl da tola birayê xwe bistîne.
Gelek mêjûnasan Simko Şikak wekî yek ji yekem rêberên siyasî yên nûjen ên gelê Kurd didin nasîn. Ew ne tenê serokekî eşîrî bû, lê hewl dida ku tevgera neteweyî ya Kurdan ava bike û dengê Kurdan bigihîne cîhanê. Her çend hin bûyerên jiyana wî heta îro jî di nav mêjûnasan de cihê nîqaşê ne, lê bandora Simko li ser mêjûya nûjen a Kurdistanê nayê înkarkirin.B